Li Îranê kesekî din hate darvekirin

Dadgeriya Îranê bi îdîaya 'sîxuriyê' Ehsan Afarashteh darve kir.

Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ragihand ku Ehsan Afarashteh serê sibehê bi îdîaya "sîxurî" û "hevkariya bi Mossadê" re hatiye darvekirin. Serdana Afarashteh a li Nepal, Îmarat û Tirkiyeyê weke sûc hate nîşandan.

Rêxistinên mafên mirovan beriya niha têkildarî Afarashteh daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku "mikurhatin" bi êşkenceyê hatiye girtin û li ser rîska darvekirinê hişyarî hatibû dayin.